ANKARA
Serlêdanên Ezmûna Perwerdeya Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (ALES) ya heyama payîzê dê 22 îlonê roja duşemê dest pê bike.
Li gor bangewaziya li ser malpera OSYMê ezmûna ALES a demsala payîzê dê 23yê çiriya paşîn bê kirin. Serlêdanên ezmûnê divê di navbera 22 îlonê û 1ê cotmehê de bên kirin.
Ezmûna ALESê ji bo hilbijartina namzedên endamê perwerdeyê, hîndekar, lêkolîner, pisporên saziyên perwerdeya bilind û perwerdeya lîsansa bilind û li derveyî welêt perwerdeya lîsansa bilind tê çêkirin.