03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
MALATYA
Rêxistina terorê DEAŞê di meha berfanbarê da hem operasyonên Mertalê Feratê û hem jî yên nava welat va derbeyeke mezin xwar. Bi xêra Operasyona Mertalê Feratê, di operasyonên asîmanî û bejayî yên li herêma Babê da qaşo serkirde û emîrên rêxistinê Ebû Ensarî û Ebû Huseyîn Tûnisî yên ku wekî tîma zîrek a rêxistinê tên pênasekirin, hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku peyamnerê AAyê berhev kir, di çarçoveya operasyonê da di meha berfanbarê da li xeta ku dikeve navbera Ezaz-Cerablusê 225 deverên xwecihî û hezar û 860 kilomêtrokare xak hat kontrolkirin.
Dîsa di çarçoveya hemleyê da li devera Bab û Daglabaşê bi hezaran hedefên DEAŞê ji bi operasyonên asîmanî va hatin jinavbirin.
- Ensarî û Tûnisî ku qaşo emîrên rêxistinê ne hatin kuştin
Hat tespîtkirin ku Ebû Ensariyê qaşo emîrê rêxistina terorê DEAŞê pêrê di operasyona asîmanî ya firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî ya li devera Babê da hat kuştin.
Herwiha dîsa di operasyona asîmanî ya firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî ya li herêma Bab û Daglabaşê da, ku di 30ê berfanbarê da hatibûn lidarxistin, 17 hedefên DEAŞê hatibûn jinavbirin, tevî rêveber û serkirdeyên rêxistinê 26 terorîst hatibûn kuştin. Dîsa di êrîşa asîmanî ya 29ê berfanbarê da jî Ebû Huseyn Tûnisiyê qaşo emîrê rêxistina terorê hatibû kuştin.
Li gor Wezareta Karên Navxweyî di operasyonên dijî DEAŞê de di navbera 28ê mijdarê û 5ê çileya pêşîn de 38 şikbar hatin binçavkirin, ji van 21 kes hatin girtin. Di navbera 5 û 12ê çileya pêşîn de 56 kes hatin binçavkirin û ji van jî 21 kes hatin girtin. Di navbera 12 û 19ê çileya pêşîn de 88 kes hatin binçavkirin û ji van 5 kes hatin girtin. Di navbera 19 û 26ê çileya paşîn de jî 78 endamên DAEŞê hatin girtin, ji van 12 kes hatin girtin.
Li Sakaryayê 7 şikbarên biyanî hatin girtin û hat tespîtkirin ku wan amadehiya çalakiyê dikirin.
Hat tespîtkirin ku ev 7 kes piştî ku bajarê Enbarê ya Iraqê ji destê DAEŞê derketiye bi dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûne û bi belgeyên sexte va îzna îqametê ji xwe re stendine.