11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2016
ANKARA
Di roja 49emîn a Operasyona Mertalê Feratê da bi obusên bahozê, roketavêjên pirserî, hawin û tankan va gule berdan 91 hedefên rêxistina terorê DEAŞê yên ku bi wasiteyên kewş û çavdêriyê va hatin tespîtkirin û herwiha kozik û noqteyên kontrolê yên rêxistinê hatin lêdan.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê "Operasyona Mertalê Feratê" ya ku di 24ê Tebaxa 2016an da ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê va di serî da DEAŞ bona berterfkirina talûkeya rêxistinên terorê, cîbicîkirina ewlekariya sînor û piştgiriya hêzên koalîsyonê hatibû lidarxistin, berdewam e.
Di çarçoveya operasyonê da duhê li devera Ezaz-Raiyê çar Hêza Peywira Taybet ên ku ji çekdarên muxalifan pêk tên, bi piştgiriya gulebarana ji beja û asîman va li rojhilatê Ezazê 8 deverên xwecihî (Baragîdah, Kafr Ghan, Guzel Mezra, Tughalî, Şêx Rih, Yahmul, Cariz û El Bîl) bi piranî kontrol kirin.
Di pevçûnên nava rojê da 2 muxalif şehîd ketin, 6 jî birîndar bûn. Herwiha tu zayîat û xesara unsûrên piştevan çênebû.
Ji destpêka operasyonê heya niha bi destê muxalifan va 132 deverên xwecihî (biqasî hezar û 100 kilomêtrokare) hatin kontrolkirin.
Herwiha 91 hedefên DEAŞa rêxistina terorê bi wasitayên keşîf û çavdêriyê hatin tesbîtkirin û bi obusên bahozê, ÇNRA, hawin û tankan va hat gulebarankirin, mewziyên çekan, baregehên kontrolê hatin lêdan û piştgiriya ASAyê hat kirin. Hemû hedefên tesbîtkirî bi îsabet hatin îmhakirin.
Jetên Hêzên Esmanî li Duvaybîk, başûrê Cubbanê û Tall Aşahê 8 bombe avêt 7 hedefan. DEAŞê ev 7 avahiyên ku kiribûn kozikên parastinê hatin bijartin û bi îsabet hatin îmhakirin.
Li gor agahiyan ji aliyê hêzên hevpeymaniyê va operasyona esmanî nehat kirin.
Li cihên ku DEAŞa rêxistina terorê jê hatin avêtin 28 mayin û hezar û 23 teqemeniyên destçêkirî bi kontrolî hatin îmhakirin.
Li ser xeta sînorê Sûriyê drone bê navber difirin û keşfê dikin.