03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
ANKARA
Li gor agahiyên ku ji Sererkaniyê hatin dayîn, Herekata Mertalê Feratê ya ku di 24ê tebaxê da ji bo berterefkirina tehdîdên terorê bi taybetî ya DEAŞê, pêkanîna ewlehiya hidûd, piştgirîdayîna hêzên koalisyonê li bakurê Sûriyeyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Di roja 133yan a herekatê da Komên Hêza Wezîfeyên Taybet a ku ji mixalifan pêk tê bi piştgiriya gulebarana ji hewa û beja va ji bo xilaskirina El-Babê operasyona xwe didomîne.
150 hedefên DEAŞa rêxistina terorê yê ku bi wesiteyên tesbîtkirinê hatin eşkerekirin hatin bombekirin û gelek hedefên DEAŞê hatin îmhekirin.
Teyareyên Fermandariya Hêzên Hewayê 4 hedefên DEAŞa rêxistina terorê yên li El-Bab û Bzagahê îmhe kirin.
Di pevçûnên ku di nav rojê da qewimîn û agirkirina guleyên topan da 18 terorîstên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin, piraniya wan giran 37 terorîst jî hatin birîndarkirin.
Li herêmên ku ji DEAŞê hatin paqijkirin, pisporên tesbît û îmhekirina bombe û mayînan ên ku piştgiriyê didin mixalifan mayînek û 25 teqemêeniya ku bi desta hatiye çêkirin îmhe kirin.
Ji destpêka herekatê vir da 2 hezar û 604 teqemeniyên desta û 43 mayîn hatin îmhekirin.
Teyareyên Federasyona Rûsyayê operasyon birin ser Deyr Kaka ku 8 kîlometreyî li başûrê rojavayê El-Babê ye. Di herekatê da endamên DEAŞa rêxistina terorê yên li herêmê hatin îmhekirin.