Ahmet Aydın,Türkan Tosun,Önder Beyter,İbrahim Atmaca
18 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2021
Di demeke wisa de ku îdiayên derbarê wê yekê ku Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) di serî de aktivîstên Uygur, navê mixalifan bi hikûmeta Çînê re parve dike, di rojevê de cihê xwe digirin, agahiyên ku Ajansa Anadoluyê (AA) bi dest xistin, nîşan didin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bi maweyeke dirêj û gelek caran ev tişt domandiye.
Danezanên çapemeniyê, hevpeyvîn û hevnivîsînên e-mailan di navbera xebatkarên OHCHRê de yên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin, nîşan didin ku Ofîsa Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî navên aktivîst û mixalifên Çînî yên ku beşdarî panel, konferans û forumên vekirî dibûn beriya wê bi hikûmeta Çînê re parvedikir. Herçiqas ev îdiaya neyê qebûlkirin jî ev agahî nîşan didin ku hê jî ev sepan didome.
Hinek rêxistinên ku di nava wan "UN Watch" û "Human Rights Watch" jî hene dibêjin ku ev sepana NYê ne tenê jiyana aktivîst û mixalifan belkî ya malbat û xizmên wan jî dixe xetereyê.
- Xebatkarê NYê ev îdiayên vedizînê anîn rojevê
Ev îdia piştî ku ji aliyê Emma Reillya xebatkara OHCHR û parêzera mafê mirovan li ser Twitterê hat parvekirin bû sedema nîqaşên mezin.
Reillyê îdia kir ku navên mixalifan di serî de aktivîstên Uygur yên ku beşdarî çalakiyê Konseya MAfê Mirovan dibûn, bi hikûmeta Çînê re hatine parvekirin û herwiha ragihand ku ji ber ev sepan îxbar kiriye NYê derbarê wê lêpirsîn vekiriye û dixwazin wê ji kar biavêjin.
Reillyê anî ziman ku 2012an li Konseya Mafê Mirovan a NYê des bi xebatê kiriye û piştî ku hevnivîsînên di navbera OHCHR û Çînê de şikayet kirine, wê ji kar dûr xistine.
- Hevnivîsînên e-mailan yên ku AAyê bi dest xistin îdiayan rast der dixin
Hevnivîsînên e-mailan yên Reillyê di dema karê xwe yê di OHCRê de bû şahida wan û bi nûçegihanê AAyê re parvekirin, nîşan dide ku NY bi berdewamî "navên mixalifan" bi Delegasyona Çînê re par vedike.
Berdevkê OHCHRyê Rupert Colvîlle îdia dike sepana parvekirina navan beriya 2015an bi awayekî sînordarkirî dihat kirin, lê piştî vê dîrokê ew dawî bû. Lê Çîn dikare birehetî di naveroka e-mailan xwe bigîhîne agahiyan.
OHCHRyê di 2017an da di daxuyaniyeke çapemeniyê da gotibû Delegasyona Çînê dixwaze her tim lîsteyan teyîd bike û jixwe heke şertên hewce dikin pêk bên OHCHR navan parve dike.
- Reîlly: "NY navê mixalifan dide Çînê"
Reîllyê daxuyaniyan da nûçegihanê AAyê jî dibêje NY hê jî vê sepanê didomîne.
Reîlly wiha got: "Niha karekî min tune. NY mehaneya min dide, lê tu wezîfeya min tune. Ji ber ku dizanin ez rastiyê dibêjim nikarin min ji kar bavêjin. Lê tu karekî jî nadin min."
Reillyê diyar kir ku wî agahî da welatên wekî Amerîka, Almanya, Îngiltere û Îrlandayê jî û wiha got, "Piraniya van dewletên endam ji min ra ragihandin ku 'NYyê ji wan ra derew kiriye'. Min jî mail (nivîsên di navbera OHCHR û Çînê da) dan wan.
- "Jiyana kesên ku navê wan dane Çînê di xetereyê da ye"
Reillyê bal kişand ku li gorî telîmatnameya OHCHR û NYyê, mafê NYyê tuneye ku navên beşdarên civînan ji Çînê ra ragihîne û wiha dewam kir:
"Di rastiyê da li Konseya Mafên Mirovan a NYyê telîmatek heye. Li gorî vê telîmatê, welatek heger bixwaze navê beşdaran hîn bibe, divê di Lijneya KMFyê da li ber dewletên endam erêkirinê bistîne. Ev telîmata ku di KMFyê da pir eşkere hatiye nivîsîn, ji hêla Çînê hat pêpeskirin.
Jiyana kesên ku navê wan dane Çînê di xetereyê da ye. Ji van yek jî haya wê ji wê yekê tuneye ku dê navê wan bidin Çînê. Wekî xebatkarê Mafên Mirovan ê NYyê jî peywira min ew bû ku vê mijarê bînim rojevê."
- "Piraniya aktivîstan Tirkên Uygur in"
Reilly diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiyê navên aktivîstên din ên ku Çînê ji wan ra mîsîlleme kir, parve neke, lê piraniya wan Tirkên Uygur in.
Reillyê Parêzerê Mafên Mirovan destnîşan kir, hikûmeta Çînê digel Tirkên Uygur, çavê aktivîst û mixalifên Tîbetî û Hong Kongî jî tirsandin û nûçeyên ku ji wan aktivîst û mixalifan hin kes hatine girtin, hatin çêkirin.
- NYê îdiayên Reilly derewandibûn
Berdevkê OHCHRyê Rupert Colville jî di 14ê rêbendanê da daxuyanî dabû AAyê û wiha gotibû, "Ji 2015an pê va ev sepana sînordarkirî bi bû. OHCHR 5 salê dawîn e ku navê aktivîstên ku seba beşdarbûna rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a NYê akredîte dibin, bi tu dewletê nedaye piştrastkirin. Îdiaya ku Reilly çendîn caran anî ziman ku ev sepan hê dewam dike, şaş e."