DIYARBAKIR
Bi hatina zivistanê ra êzdiyên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê ji herêma Şingalê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê zehmetiyê dikşînin.
4 hezar êzdiyên ku bi destê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê di Tesîsên Sporê ya Yenîşehirê da hatin bicîkirin bi hatina zivistanê ra pêwîstiya wan bi cil û bergên zivistanê û betaniyan heye.
Di kampê da kêmasiya avê heye û jin di nav sermayê de dikevin dora avê, beravê dikin û di sermayê da cilên xwe radixin ser bendan da ku ziwa bibin.
Ji ber şert û mercên dijwar êzdî di nav zor û zehmetiyê da dijîn û hêvî dikin ku li herêmê aramî çêbe da ku ew jî vegerin welatê xwe.