MÛSIL
Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan Şingala Mûsilê ji destê DÎŞIyê xilas kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt hêzên pêşmergeyan piştî pevçûnên ku 3 rojan bi milîtanên DÎŞIyê ra kirin ketin navenda Şingalê. Hat gotin ku li herêmê pevçûnên di kuçeyan da dewam dikin.
Ji fermandarên pêşmergeyan Sefîn Şingalî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi alîkariya balafirên şer ên hêzên kolalîsyonê pêşmerge ketin navenda Şingalê. Şingalî diyar kir ku gelek milîtanên DÎŞIyê herêmê terikandin û revîn Mûsilê. Şingalî got ku milîtanên ku man jî li dijî pêşmergeyan li ber xwe didin.
Şingalî destnîşan kir ku heger pêşmergeyên bi çekên giran werin wê DÎŞI bi tevahî têk biçe.
Şingala Mûsilê ku êzdî lê dijîn piştî ku hêzên pêşmergeyan di 3yê tebaxê da jê vekişiyan ketibû destê DÎŞIyê. 30 hezar êzdiyên ku gund û navçeyên xwe terikandin xwe sipartin çiyayê Şingalê. 20 hezar êzdî piştî ku korîdor hat vekirin bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ser sînorê Sûriyeyê ra derbasî Dihokê bûbûn. Êzdiyên ku hefteyekê tî û birçî man û piştî Rêwîtiyeke dirêj xilas bûn û vê yekê bala dinyayê kişand. Êrîşa li ser êzdiyan alîkariya însanî û leşkerî ya ji bo êzdiyan zêde kir. Tê gotin ku li çiyayê Şingalê nêzî 10 hezarî êzdî hene. Bi firokeyan car caran alîkariya însanî didin êzdiyan.