Li Tûnisê tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê dest pê kir.
Dengdayînê li gelek bajaran di saet 08.00an de dest pê kir û wê di saet 18.00an de biqede.
Komîteya Hilbijartinê ya Bilind a Xweser a Tûnisê daxuyand ku li hin herêmên rojavayê ji ber ewlehiyê dengdayîn wê di saet 10.00an de dest pê bike û 5 saetan dewam bike.
Mihemed Munsîf el-Merzûkiyê ku niha serokomar e (69) û Serokê Giştî yê Partiya Nîda Tûnûsê (Banga Tûnûsê) El-Baci Kaîd es-Sîbsiyê (88) ku herî zêde rey hilda wê di tura duyemîn de bikevin hilbijartinê. Bendêne ku ji 5 milyonan zêdetir mirov rey bidin.
Li welêt di 23ê mijdarê de hilbijartin çêbibû. Di tura ewil de Serokê Giştî yê Partiya Nîda Tûnûsê Sîbsî ji sedî 39,4 û seroko