Abdullah Tel
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
MUŞ
Li Mûşê kaşûnbaz, di meha nîsanê da li ser Çiyayê Kurtikê ku bilindiya wî 2 hezar û 200 mîtro ye û Girê Çawişê bi saya berfê kêf dikin.
Seranserê welêt germahiya hewayê her ku diçe zêde dibe û lê berfa li aliyê bakur ê çiyayê Çiyayê Kurtikê û Girê Çawişê dikeve û ji tîrêjên rojê mehrûm dimîne stûriya berfê bi qasî mîtro û nîv e.
Herêm bi qasî 12 kîlometre ji navendê dûr e û antronorên tên vê derê di meha nîsanê da bi kirina kaşûnê kêf dikin.
Veysel Oglagoyê di Midûriyeta bajêr a Spor û Xizmetên Ciwaniyê da wek antronorê kaşûnê wezîfedar e diyar kir ku stûriya berfê ya li herêmê ji bo kirina antremanê têr dike û wiha pê da çû: "Di rojên pêş me da em ê tevlî sporvanan li vê derê dest bi antremanan bikin. Heke li vê derê tesîseke navendî ya kaşûnê hebûya sporvanên me yên di tîma neteweyî da ne jî dikaribûn lê vê derê antremanên xwe heta dawiya demsalê bikirana."
Antronorê kaşûnê Yakup Ferhatoglu jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji pirsgirêkên sereke yek jî ev e ku sporvan nikarin zêde antremanê bikin û wiha dewam kir: "Ji bo antremanan divê em derkevin derveyê welêt û dewlet jî ji bo vê lazime butçeyek cihê bike. Ew jî dibe mesrefekî mezin. Lê li welatê me derfet hene. Lazime em van derfetan binirxînin ku beredayî neçin. Li vê herêmê heta meha tebaxê berf heye û antreman tê kirin."
Sporvanên kaşûnê dixwazin ku rayedar li herêmê tesîseke wek navenda kaşûnê ava bikin û ew jî bikaribin bi rihetî antremanên xwe li herêmê bikin.