Türkan Tosun
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
VAN
Li Wanê pêşbirka "Kar, berx û golika herî rind" hat lidarxistin.
Fuara Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Rojhilatê Anadoluyê ya 8emîn li Navenda Kongre û Fuarê ya Expoyê ya Rojhilata Navîn dest pê kir.
Pêşbirka "Kar, berx û golika herî rind" jî li fuarê hat lidarxistin.
Welatiyan kar, berx û golikên xwe xemilandin û anîn fuarê ku beşdarî pêşbirkê bibin.
Juriyê û temaşevanan bala xwe dan heywanan û di pêşbirkê de dîmenên balkêş derketin holê.
Midûrê Bajêr yê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Îbrahîm Gorenta daxuyand ku pêşbirkên bi vî rengî heywandariyê pêşva dibin.
Gorentaş got ev pêşbirk cara çaran e tê lidarxistin û wiha axivî: "29 heywan derketin pêşberî juriyê. Ji bo çêwlikên baş û biqalîte ev pêşbirk girîng in. Em hewl didin ev pêşbirk zêdetir bên kirin. Ez cotkarên me pîroz dikim."
Piştî axaftinan zêr dan xwediyê heywanên ku bûne yekemîn.