13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
HELEB
Hat ragihandin ku bi tenê 2 kilomêtro ma ku Artêşa Sûriya Azad (ASA) ya ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) piştevaniya wê dike, bikeve nava navçeya Babê ya li rojhilatê bakurê Helebê ya di destê DEAŞê da.
Li gorî agahiya peyamnerên AAyê yên li devera operasyonê, hêzên ASAyê yên ku di 3 rojên dawîn da pêşveçûna xwe ya ji Mare-Cerablusê ber bi başûr didomîne, di operasyonê da derbasî qonaxa nû bûn.
Piştî ku unsûrên PYDya baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyê pêşreviya xwe ya ber bi Babê dewam kirin, hêzên ASAyê di saet 02.00yê da dest bi hemleyeke nû kirin û gundê Hazwan, Susyan, Aldana, Kiyran, Uglan û Avlanê û hin deverên xwecihî ji DEAŞê rizgar kirin.
Bi vî awayî ASAya ku TSK piştgiriya wê dike nêzîkî Babê û di navberê da 2 kilomêtro mesafe ma.
Di Operasyona Mertalê Feratê da nêzîkî hezar û 600 kilomêtroçargoşe xak ji terorîstan hat paqijkirin û kûrahiya ji ser sînorê Tirkiyê ber bi başûr gihîşt 27 kilomêtroyî.