Gazvan el-Cûbûriyê ji eşîra Cûbûrê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "DÎŞI, eşîr û polêsên li herêmê ji bo ku pevçûnên di navbera xwe de bidin rawestandin, hevdîtinên aştiyê dikin."
Cûbûrî diyar kiribû ku îro hêzên girêdayî DÎŞIyê ji nîvê zêdetirê Dalûiyayê bi dest xistibûn, lê li hember berxwedana endamên eşîran ên li herêmê ên çekdar mecbûr mabû ku raweste.
Di vê navberê de li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, li hawirdora Samarraya bajarê herî mezin ê girêdayî wilayeta Selahaddînê hêj tu pevçûn derneketine, li rojhilatê bajêr pevçûnên biçûk derketin lê belê tu kes di wan pevçûnan de nemirin.
-"5milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin"
Ji aliyê din ve Serokê Parlementoya Wilayeta Diyalayê Mûsenna et-Temîmî îdiayên dibêjin ku DÎŞIyê baregaha Tumena 20emîn a girêdayî artêşa Iraqê ya li bajarokê Mansûriyeyê, derew derxistin.
Temîmî got ku hêzên ewlehiyê û endamên eşîran bi DÎŞIyê re dikevin nav pevçûnên mezin û wiha axivî: "Em li hember DÎŞIyê bi ser ketin û pêş ketin, 5 endamên DÎŞIyê hatin kuştin û qontrola herêma Harûniyeyê hat bidestxistin."
Li welêt ev demek e ku pevçûn hene û valahiya otorîteyê heye, milîtanên DÎŞIyê û hêzên hin eşîran, li hin bajarên wekî Mûsil, Tîkrît qontrolê bi dest xistibûn. Ji ber pevçûnan bi qasî milyonekî welatiyên sivîl mecbûr mabûn ku koç bikin.