Midurê Navenda Lêkolîna Hêsîrên Ehrar û Mafên Mirovan Fuad el-Hafeş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku leşkerên Îsraîlê cerd bir ser hin bajarên Rojavaya Şerîayê û parlementerên Hamasê Omer Abdurrazzak li bajarê Selfîtê, Davut Ebu Seyr li bajarê Nablusê, Xalid Yahya û Îbrahîm Dahbur li bajarê Cenînê, Riyad Raddad û Fethî Karavî li bajarê Tulkermê û Fadl Hamden jî li bajarê Ramallahê binçav kirin.
Hafeş got ku li Nablusê Peywirdarê Hîndekariyê yê Zanîngeha en Necahê Prof. Dr. Abdussettar Kasim û li bajarê el Xelîla ku dikeve başûrê Şerîaya Rojava jî 6 rewşenbîrên endamê Hamasê hatin binçavkirin.
Li Rojavayê Şerîayê di 12yê hezîranê de 3 xortên cihû winda bûbûn û piştî 18 rojan cesedê wan hat dîtin. Di 2yê tîrmehê de jî niştecihên cihû Mihemed Huseyn Ebû Xûdayrê xortê filistînî revandibûn û saxesax şewitandibûn û kuştibûn. Piştî ku bûyer zêde bûn roja duşemê Îsraîlê diyar kiribû ku wan li ser Xezeyê dest bi operasyona "Xeta Parastinê" kiriye.
Îsraîl ji wê dîrokê û vir ve êrîşan dibe ser Xezeyê û di êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê de hejmara miriyan derket 172yan, ya birîndaran jî derket 1260î.