Türkan Tosun
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
ANKARA
Şirketeke Koreya Başûr a ku telefonan û cîhazên elektronîk çêdike daxuyand ewê di Olîmpiyatên Zivistanê ya 2018yan de ji bilî werzişvanên ji Îranê û Koreya Bakur telefonekê bi diyarî bide hemû werzişvanên ku beşdarî olîmpiyatan dibin. Rêvebiriya Tehranê bertek nîşanî vê daxuyaniyê da.
Li gor nûçeyên medyaya Îranê Şirketa Koreya Başûr daxuyand ewê telefoneke modela wê Samsung Galaxy Note 8 e bide werzişvanan û endamên Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî ku ew dîmen û wêneyên pêşbirka olîmpiyatê bikşînin û bi dinyayê re parve bikin.
Şirketê got ji ber sedema mueyideyên Amerîkayê ewê telefonê nede werzişvanên ji Îranê û Koreya Bakur.
Li ser vê ajansa fermî ya Îranê IRNAyê bertek nîşan da û got ev tevgereke dijî exlaq e.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf jî daxuyand heta ku şirket lêborînê nexwaze ev mesele wê tesîrê li ser têkiliyên Îran û Samsungê bike.
Elî Ekber Kerîmiyê endamê Komîsyona Aboriyê ya Meclisê jî got gel dikare li hember telefon û cîhazên Samsungê boykotê bide destpêkirin û wan nekire.
Olîmpiyatên Zivistanê ya 2018yan wê di navbera 9-25ê sibatê de li PyeongChanga bajarê Koreya Başûr çêbibe.