Türkan Tosun
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin li Amerîkayê der barê eskerên birûtbe û rayedarên parastinê yên payebilind de gilîdarî zêde bûn.
Li gor daneyên mufetişên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di sala malî ya ku 30yê îlona 2017an qediya de ji ber ku wezîfeya xwe suîstimal kirine, 803 wezîfedar hatine gilîkirin.
Bal hat kişandin daneyên berê û hat gotin par 787 kes hatibûn gilîkirin. Ji van mijaran 144 hatibûn lêkolînkirin û ji vê jî 49 wezîfedarên payebilind sûcdar hatibûn qebûlkirin.
Ji gilîkirinan jê gelek der barê têkiliyên nebaş, binpêkirina rê û rêbazên gerê, qebûlkirina diyariyan, ji bo karên xwe yên şexsî bikaranîna kesên di bin emrê wan de dixebitin, li hember xebatkaran tevgerên nebaş in.