Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Letonyayê Andrîs Berzîns re civîna çapemeniyê li dar xist. Erdogan di civîna çapemeniyê ya hevbeş de der heqê çekên ku ketin destê PYD û DÎŞIyê de wiha got: "Tirkiye bi erênî li çekên ku ketine destê PYD û DÎŞIyê dinihêre yan na? Na, erênî nanihêre. Amerîkayê bêyî Tirkiyeyê ev kir."
Serokomar bal kişand ser rewşa PKK û PYDyê û wiha axivî: "Min di têlefonê de (ji Serokê DYAyê Obama re) got ku PYD û PKK di heman rewşê de ne. Min got 'Ew jî rêxistina terorê ne'. Ji ber vê jî alîkariyên ku tên kirin ji rêxistina terorê re diçin. Niha di nav PYDyê de serkêşên PKKyê hene û şer dikin."
- "Piştgirî wê pêvavoja çareseriyê xurt bike"
Serokomar Erdogan der barê xebatên ji bo pêvajoya çareseriyê jî wiha got: "Ez bawer im ku hemû gelê me di mijara pêvajoya çareseriyê de hemfikr e, lê heger rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî piştgiriyê bidin, wê pêvajoya çareseriyê xurt bibe."