Li gor çavdêriyên nûçegihanê AAyê yên li herêmê mesafeya pevçûnan car carna heta 200 metroyê ket. Pêşmerge li hember milîtanên ku di nav wan de baasiyên berê jî hene bi ser dikeve. Pêşmerge ji bo ku hemû milîtanan ji bajarokê derxîne dê operasyonê bike û çekên giran bi kar bîne lê ji bo kirina operasyonê li bendê ye ku gelê sivîl ji herêmê derkeve. Ji cihê ku pêşmerge wir e alaya DÎŞIyê tê dîtin.
Pêşmerge ji bo ku nehêle milîtanên çekdar bikevin nav gel, daketina gelek kolan û kûçeyan kiriye wek navenda qontrolê. Kurd û tirkmen ji bajaroka Calewlayê derketin û niha li bajarokê erebên sunî tenê hene. Dikanên li sûkê û bazaran girtine û xaniyên şewitî jî bala mirov dikşînin. Pêşmerge dibistan, avahiyên kamûyê û îstasyonên benzînê wekî baregeh bi kar tîne.
Fermandarê pêşmergeyan Sadûn Camci daxuyaniyek da nûçegihaê AAyê û got ku leşkerên baasî yên berê yên ku jimara wan di navbera 300 û 400 kesî de diguherin jî piştgirî didin milîtanên DÎŞIyê. Camci da zanîn ku beşeke bajarokê jî di destê leşkerên baasî de ne û baasî taktîkên şer gelek baş dizanin lê pêşmerge dê di demek kurt de van jî pijiqîne û qontrola bajarokê bi temamî bi dest bixe. Camci ragihand ku piştî pevçûnan ji sedî 70yî gelê herêmê bajarok terikandin.
Camci got ku em ji ber malbatên ereb ên sunî ên ku li bajêr mane, nikarin operasyonên bi çekên giran bikin û wiha axivî: "Malbatên ku li navenda bajarê mane, ji me re dibin asteng û em nikarin bi hêsanî tevbigerin. Hin ji van malbatan piştgirî didin milîtanan û hin ji wan jî ji malên xwe bi çekên kenasê gule li ser pêşmergeyan de dibarînin. Me du roj wext da van malbatan ku ji bajarokê derkevin."
-Îdiaya serê du pêşmergeyan jê kirin
Camci got ku di pevçûnên ku ev 3 hefte ne berdewam dikin de 20 pêşmerge mirin. Hin fermandaran jî wêneyên di destê xwe de nîşan dan û îdia kirin ku milîtanan serê du pêşmergeyên ku girtibûn, jê kirin.
Rayedarekî pêşmergeyan ê ku nedixwest navê wî bê njivîsandin jî îdia kir ku keça Sedem Huseyîn ya li Urdunê Raghat Huseyîn, beriya êrîşa DÎŞIyê ya li ser Mûsilê, çûye Enbarê wir bi Eşîrên Sunî yên Ereb re civîn kirine û ji wan xwestiye ku serî hildin.
Rayedarê pêşmergeyan li ser pirsa 'Raghat Huseyîn çawa hat herêmê?' got ku qontrola sînorên li Urdun û Iraqê piranî di destê erebên sunî de ne.