Önder Beyter
14 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) ragihand, di pevçûnên ku li Libyayê 10 roj in dewam dikin da hejmara miriyan derket 121î, ya birîndaran jî derket 561î.
Li gorî daxuyaniya li ser hesabê WHOyê yê Twitterê, di pevçûnên li Libyayê da heya niha 121 kes hatin kuştin, 561 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku rêxistina tenduristiyê dê alavên tibî û peywirdarên tenduristiyê bişîne Libyayê.
Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê yekîneyên Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî (HRN) jî dest bi operasyona bersivdayînê kiribûn.
Pevçûnên ku li dewrûbera paytext Trablusê gur dibin, ev 10 roj in berdewam in.
WHO di daxuyaniya 12ê nîsanê da ragihandibû ku di pevçûnên li Trablusê da 7 jê sivîl 75 kes hatin kuştin, 323 kes jî birîndar bûn.