Elif Orhan
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Li bajarê Necef Abada girêdayî eyaleta Îsfexana Îranê xwepêşandêran gule barandin ser polêsan, di encamê de polêsek û 10 xwepêşandêr mirin
Li gor Ajansa Nûçeyan a Cemiyeta Rojnamevanên Ciwan a girêdayî Saziya Televîzyon û Radyoyê ya Îranê (YJC) li bajarê Necef Abadê xwepêşandêrekî bitifinga nêçîrê gule berdan ser hêzên ewlehiyê, di encama bûyerê de 4 polês birîndar bûn. Ji polêsên birîndar yek pişt re mir.
Li bajarê Meşhedê koma bêyî banga tu partiyên siyasî roja pêncşemê civiya ji bo protestokirina şert û mercên aboriyê yên li bajêr xwepêşandan li dar xistibûn. Xwepêşandan veguherîn protestoyên mixalifê rejimê û belavî gelek bajêran bibû.
Li gor daxuyaniya ku rayedarên dewletê dan ji pêncşema borî ji destpêka xwepêşandanan heta niha li tevahiya welêt 10 kes mirin.