Elif Orhan
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
BEXDA
Hat ragihandin biryar hat dayîn ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kontrola deriyên sînor ên bi Îranê re teslîmê birêvebiriya navendî bike.
Îhsan eş-Şammariyê şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî ji ser hesaba xwe ya şexsî ya çapemeniya civakî daxuyanî da û got ku "HKIyê qebûl kir ku dawî li qeyranê bînin û makezagonê wek hakem qebûl kir, li ser vê yekê biryar hat dayîn ku deriyên sînor ên bi Tirkiye û Îranê re bên teslîmkirin û ji bo birêvebirina deriyên gumrikê û balafirgehan komîteya bilind bê avakirin."
Şammarî diyar kir ku komîteya navborî ya girêdayî birêvebiriya navendî plana xebatê amade kir û li benda komîteya teknîk a HKIyê ne.
Şammarî destnîşan kir ku ji bo tespîtkirina navên karmendên di qadên perwerde û tenduristiyê yên HKIyê komîteya duyemîn hat amadekirin û biryar hat dayîn ku mehaneya karmendên girêdayî Wezareta Çavkaniyên Avê bên dayîn.
Şammarî got ku "Referandûm di paşerojê de ma" û daxûyaniya xwe de agahî da ku ji bo civînê bangî karmendên li HKIyê yên girêdayî birêvebiriya navendî kirin ku bên Bexdayê.