Elif Orhan
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
MOSKOVA
Rûsyayê destnîşan kir ku geşedanên ku li Îranê diqewimin mijara navxweyî ya welêt e û daxuyaniya "Midaxaleyên derveyî yên dibe ku rewşa li Îranê bêîstiqrar bike nayên qebûlkirin."
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hat dayîn de hat ragihandin hêvî dikin ku geşedanên ku li Îranê diqewimin bi xwînrijandinê yan jî bi rêya şîdetê zêde nebin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku geşedanên ku li welêt di çarçoveya protestoyan de dest pê kirin mijara navxweyî ya Îranê ye û hat gotin ku "Midaxaleyên derveyî yên dibe ku rewşa li Îranê bêîstiqrar bike nayên qebûlkirin."
Li bajarê Meşhedê koma bêyî banga tu partiyên siyasî roja pêncşemê civiya ji bo protestokirina şert û mercên aboriyê yên li bajêr xwepêşandan li dar xistibûn. Xwepêşandan veguherîn protestoyên mixalifê rejimê û belavî gelek bajêran bibû.
Li gor daxuyaniya ku rayedarên dewletê dan ji pêncşema borî ji destpêka xwepêşandanan heta niha li tevahiya welêt 10 kes mirin.