20 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
ÎDLIB
Hat ragihandin di êrîşa ku balafirên şer ên artêşa Rûsyayê li Helebê bir ser avahiya dadgehê de 40 sivîl hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl hilda balafirên artêşa Rûsyayê li Îdliba di destê muxalifan de ye 8 moşek avêtin avahiya dadgehê. Di êrîşê de 40 sivîl mirin û 150 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên parastina sivîl diyar kirin ku bi dehan kes ji bin enqazê hatin derxistin û êrîşa balafirên ûris zirareke pir cidî da herêmê.
- "Balafirên ûris êrîşî ser Îdlib û derdora wê dikin"
Endamê komîteya kordînasyona herêmî ya Îdlibê Fîras Ebû Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Balafirên ûris Îdlib û taxên derdora wê ji xwe re dikin hedef. Li herêma Îdlibê DAEŞa rêxistina terorê tuneye ka ûris çima êrîşî vê derê dike?"
Mihemed destnîşan kir ku ji roja balafirên ûris ketine Sûriyeyê heta niha her tim êrîşî sivîlan dikin û bi taybetî jî êrîşî ser deverên ku di bin kontrola muxalifan de ne dikin û cihên sereke yên ku balafirên ûris êrîş dikin Hama, Heleb û Îdlib in.