20 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê (HKI) Mesûd Barzanî êrîşa PYDyê ya di merasima "Roja Alaya Kurdistanê" de li ser alaya Kurdistanê hat kirin, şermezar kir.
Li ser malpera înternetê ya HKIyê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û gotinên Mesûd Barzanî yên der barê êrîşa li ser alaya Kurdistanê de hatin weşandin. Di daxuyaniyê de Barzanî wiha got: "Wek kurdekî ez berxwedana endamên Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ya ku li Roja Alaya Kurdistanê li hember hemû astengiyan û êrîşan sekinîn, pîroz dikim. Tevgera we ya ku we nehîşt ala bikeve erdê, tevgereke pîroz e. Êrîşa ku ew roj wan hêzan kir, dagirkeran jî nekiriye. Ew ê rojekê poşman bibin û şerm bikin."
Endamên Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) yên li bakurê Sûriyeyê di 17ê çileya pêşîn alaya Kurdistanê ya ku Herêma Kurdistanê bi kar tîne hejandibûn û xwestibûn Roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin. Hêzên girêdayî PYDyê astengî derxistibûn û nehîştibûn. Hêzan hin endam jî binçav kiribûn.