Fatih Gazioğlu
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
ÎSLAMABAD
Li Pakistanê di êrîşa bibombe ya ku duh li bajarê Paraçînar û Kuettayê hatibû kirin de jimara miriyan derket 81ê.
Rayedarê hikûmetê Beşîr Wan Wezîr daxuyand ku di êrîşa ku duh li bajarê Paraçînar û Kuettayê hatibû kirin de jimara miriyan ji 67an derket 81ê. Wezîr got ku di herdu êrîşa da nêzî 200 kesî jî birîndar in û hê dermankirina wan dewam dike.
Ji aliyekê din ve êrîşa li Kuettayê, rêxistina Leşkerî Cangvî El-Alamiya girêdeyî DEAŞê û Cemaet-ul Ehrara ku ji Talibanê cuda bûbû hilda ser xwe.