Abdullah Tel
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
ÎSLAMABAD
Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li Kuettaya paytexta Belucistana eyaleta Pakistanê hat kirin da 11 kesî can da û 20 kes jî birîndar bûn.
Ewlehiya Belucistanê der barê bûyerê da daxuyanî weşand û ragihand ku li nêzî midûriyeta ewlehiyê ya herêmê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin. Teqîneke pir mezin qewimî û di êrîşê da 11 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê destnîşan kirin ku rewşa hin birîndaran gelekî xedar e û heta niha kesî êrîş hilnedaye stûyê xwe.