QÛWEYT
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Wîllîam Hagûe der barê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed de wiha got: "Edî ne pêkan e ku li qada siyasetê bimîne."
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Qûweytê (QÛNA) Hagûe bi Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokwezîrê Qûweytê Şêx Sabah Xalid El Hamad Sabah re hevdîtin kiriye. Piştî hevdîtinê Hagûe di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kiriye ku di hevdîtinê de li ser qeyrana li Sûriyeyê û konferansa Cenevre-2yê rawestiyane û li Sûriyeyê ji bo çareseriyê li ser rê û rêbazan axivîne."
Hagûe li ser pirsa ku dewletên Rojavayê nahêlin û naxwazin Esed ji îqtidarê bikeve wiha got: "Ji bo ku li Sûriyeyê aştî pêk were divê Esed welêt biterikîne. Piştî geşedanên ku li Sûriyeyê qewimîn, êdî ne pêkan e ku li qada siyasetê bimîne."
Hagûe di berdewamiyê de wiha got: "Ne Îngilistan û ne jî dewletên rojavayî, ez ne bawer im ku piştgiriyê bidin Esed."
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Hagûe diyar kir ku dewleta wan tenê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalifên Sûriyeyê (SMDK) qebûl dike û piştgiriyê dide wan û divê hêz û komên din jî piştgiriyê bidin SMDKyê.