LONDRA
Îngilistanê diyar kir ku di çarçoveya piştgiriya tekoşîna li dijî DÎŞIyê de perwerdehiyê didin hêzên Kurdên Herêma Kurdistana Iraqê.
Li gorî daxuyaniya ku Wezareta Parastinê ya Îngilistanê da ji hêzên Yorkshîreyê tîmeke pispor ya ku ji 12 kesan pêk tê ji bo perwerdehiya çekên giran bide pêşmergeyan şandine herême. Hat ragihandin ku dibe ku ekîba leşkerî heta hefteyeke li Hewlêrê bimîne.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat ragihandin ku perwerdehiya ku hukumeta Îngilistanê dide hêzên peşmergeyan di çarçoveya tekoşîna li dijî DÎŞIyê tê dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: " Wezîrê Parastinê Mîchael Fallon biryara 'bila ekîba pispor li Hewlêrê pêşmergeya perwerde bike' pejirand. Tîm der barê bikaranîn û parastina çekên giran ên ku Îngilistanê şandûbû de perwerdehiyê dide pêşmergeyan.
Îngilistanê di meha çûyî de ragihandibû dê 40 çekên giran û cebilxaneya leşkerî bişîne Herêma Kurdistana Iraqê.