Xwendekarên Oxfordê asta yekemîn a zimanê kurdî xilas kirin. Hîndekara Zanîngeha Oxfordê Dr. Ozlem Galîp der barê mijarê de pirsên AAyê bersivandin û wiha got: "Îro derfetên kurdan pir zêde ne, divê van derfetan di aliyê nasandina ziman û çanda kurdan de bikarin bikar bînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de divê bêhtir derfetan ji zanyarên kurd re ava bike û wan bixebitîne. "
-Pêdivî bi materyalên kurdî-îngilîzî heye
Galîpê bal kişand li ser materyalên hînkirinê û got: "Di aliyê meteryalên hînkirinê de zêde kêmasî hene. Pirtûkên rêziman ku em bikarin bi kar bînin hindikin û yê heyîn jî ne bi îngilîzî ne. Pêdivî bi meteryalên kurdî–îngilîzî zêde heye. Dema ku xwendekar dixwazin derveyî dersê hinek lêkolîn bikin û bixebitin, nikarin tû meteryalan peyda bikin. Wekî din kêmasiya ferhengên dîsa kurdî–îngilîzî heye di vî alî de. Ez bawerim ev kêmasî jî dê demeke kin de werin çareser kirin. Ji bo ku xebatên li ser zimanê kurdî van çend salên dawî roj bi roj zêde dibin."
-Sala bê em ê du polan vekin
Galîpê da zanîn ku ji asta yekemîn dest bi perwerdeya ziman kirine û wiha got: "Ji niha ve xwendevanên min gihaştine asta ku peyvên di jiyana rojane de pêwistin bikarbînin. Dikarin nivîseke hesan bixwînin û binivîsin. Di nav wan de yên ku dixwazin sala bê jî berdewam bikin hene. Ji ber vê yekê di sala nû de em ê, di du astan de du polan vekin."
Dr. Galîpê got ku ji bo serlêdanê şertek wan heye, ew jî divê di zanîngeha Oxfordê de xwendekar an jî mamoste be.
Galîpê li ser pirsa gelo dê di pêşerojê de li Oxfordê beşa kurdî vebe wiaha got:
"Niha tenê di asta perwerdeya ziman de ye, lê ji bo ku em beşa Kurdî li Oxfordê vekin dê hin hewldanên me çêbin. Ev ne tiştekî ku demeke kin de bicîh were ye."
-Eleqeyeke mezin nîşan dan
Dr. Galîpê li ser pirsa gelo di asta perwerdeyê de daxwaza we çi bû û hûn gihiştin armancên xwe got:
"Me pirtûka asta yekemîn ya Hînker a Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê xelas kir. Wekî din me dît ku kesên dixwazin werin asta duyem jî hene. Bi rastî ez ne li benda vê yekê bûm. Ev kesên dixwazin berdewam bikin yên ku dixwazin jiyana xwe ya aqademiyê di mijara Kurdan de berdewam bikinin." Galîpê wiha dewam kir: "Ji xeynî hin derdorên netewperest li Tirkiyê bi piranî bertekên erênî hatin. Di hin zanîngehên biyanî de perwerdeya zimanê Kurdî ji van derdorên netewperest re mîna peyamekê bû. Bi saya van waneyan me dît ku ji xeynî Kurdan jî kesên dixwazin Kurdî hîn bibin hene. Xelkê biyanî heta niha nebûna dersên Kurdî wek kêmasiyekî didîtin. Dema me dest pê kir, me bertekên erênî girtin. Jiber ku gelek kesên biyanî yên dixwestin ku Kurdî hîn bibin, ew derfet nedidîtin. Bi vê yekê jî pir kêfxweş bûn ku me ev derfet ji wan re ava kir."
Galîpê der barê zimanê kurdî de got ku divê Herêma Kurdistana Iraqê bêhtir derfetan ji zanyarên Kurd re ava bike û wiha got: "Divê wêjeya kurd û kurdî bigihêje gel. Jiber vê yekê jî pêwiste perwerdeya zimanê Kurdî hebe. Bi taybetî jî zarok. Divê weşanxane zêdetir bibin. Li ser zimanê Kurdî konferans û xebatên atolye zêdetir bibin. Ji bo van jî pêwiste çavkaniyek aborî hebe. Bi rastî pêşvebirina zimanê miletekî girêdayî xebata zanîngeh, akademîsyen û zimanzanên wî netewî ne. Barê herî giran di vî alî de li ser milên zaningehên Kurdistanê û hikmeta herema Kurdistanê ye. Berpirsiyariya wan zêde ye."
- "Êdî kes nikare li pêşiya pêşketina wêjeya kurdî astengiya derxe"
Galîpê destnîşan kir ku wêjeya kurdî her diçe pêşdikeve û wiha pê de çû: "Êdî kes nikare li pêşiya pêşketina wêjeya kurdî astengiya derxe. Lê pêwiste ku wêjeya kurdî ji destê derdora elît derkeve. Pêwiste bigihêje gel. Ger ku nagihîje gel. Lê ev yek ne sûcê gel e. Bi zimanê xwe nikarin bixwînin, ji ber ku bi zimanê xwe perwerde nebûne. Şert e ku qursên ziman ji bo gel bêhtir vebin û kurdî di dibistanên seretayî û navîn de bijiarte jî be dîsa hebe. Wisa biçe dê bikeve rewşeke ku pirtûk zêde bibin lê xwendevanên van pirtûkan nebin."
Galîpê wiha dewam kir: "Îro derfetên kurdan pir zêde ne, divê van derfetan di aliyê nasandina ziman û çanda Kurdan de bikarin bikar bînin. Hikûmeta herêma Kurdistanê di vî warî de divê bêhtir derfetan ji zanyarên Kurd re ava bike û wan bixebitîne. Niha li tevahiya Brîtanya tenê li zanîngeha Exeterê beşa “Xebatên Kurdî” heye. Li gorî min divê ev zêde bibin. Hikûmeta herêma Kurdistanê dikare di vî alî de bêhtir xebatan bimeşîne. Çima beşa xebatên Kurdî li zanîngeha Oxfordê jî tune be? Ziman hebûna wî netewî ye. Ger ziman tune be, netew kêm dimîne."
Ji xwendekarên Galîpê Ronan O’Donoghue wiha got : "Ji bo em çanda kurdan bibînin ev ji bo me bû derfeteke. Masmosteya me bi fîlm û çîrokan ziman bi awayekî xweş hînê me kir. Bi saya van agahiyan niha kurdistan zêdetir bala min dikşîne. Ez dixwazim herim serdana Herêma Kurdistana Iraqê. Herwiha dixwazim berwerda xwe ya bi zimanê kurdî bidomînim û jê îstîfade bikim."
news_share_descriptionsubscription_contact


