Elif Orhan
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got: "Divê Amerîka aliyê xwe diyar bike, gelo mitefîkên xwe yan rêxistinên terorê tercîh dike?"
Çavuşoglu li ser plana Amerîkayê ya avakirina artêşekê ji YPGê wiha nirxandin kir: "Emê tevdîrên xwe bi xwe distînin. Li pişt kî heye bila hebe; Amerîka yan jî welatekî din hebe me eleqedar nake."
Li ser heman mijarê Çavuşoglu got: "Me dijî PKKê çawa têkoşîn dabe emê wisa dijî YPGê jî bidin. Li Efrînê, li rojhilatê Firatê em li her derê dê bikin. Ev ji bo me mijara man û nemanê ye. Berî her tiştê Amerîka nikare ku li ser navê koalîsyonê daxuyanî bide, ji ber ku em jî di nav koalîsyonê de ne."
Mevlut Çavuşoglu wiha axivî: "Di vê mijarê de divê Amerîka jî Rojava jî durist be: Gelo dixwazin Sûriyeyê parçe bikin an yekîtiya axa Sûriyeyê dixwazin?"
"Weke hişyariya dawîn a seyahetê ya Amerîkayê pêdivê em helwestên ku ne layiqê mitefiqtiyê ne nîşan nedin" Çavuşoglu bi van gotinan bal kişand ser daxuyaniya seyahetê û got:
"Tirkiye welatek ji Amerîkayê kêm ewlehîtir nîn e. Heta Tirkiye ji Amerîkayê ewledartir e."