Elif Orhan
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî re li ser telefonê axivî. Di axaftinê de li ser têkiliyên dualî û mijarên herêmî sekinîn, di serî de PKK û DEAŞ girîngiya hevkariya di têkoşîna dijî rêxistinên terorê re de hat destnîşankirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin bidestxistin di axaftina Yildirim û Îbadî ya ser telefonê de li ser têkiliyên dualî û mijarên herêmî sekinîn.
Di serî de PKK û DEAŞ girîngiya ku Tirkiye di hevkariya di têkoşîna dijî rêxistinên terorê re de nîşan dide hat destnîşankirin, di axaftinê de li hev kirin ku têkiliyên payebilind ên di navbera du elatên cîran û dost de bidomînin.