Elif Orhan
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di bin serokatiya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê dê li Kerkûk û herêmên din ên binîqaş beşdarî hilbijartinan nebe.
Di daxuyaniya ku ji Serokatiya Bajêr a Kerkûkê ya PDKê hat dayîn de ev hatin gotin:
"Ji bo ku gel nûnerê xwe bi xwe hilbijêre divê dengdayîn di atmosferekî aştiyane û azad de bên kirin. Lê belê niha Kerkûk û herêmên din ên binîqa dagirkirî ne. Ji ber ku bêîstiqrarî heye nikarin ku li van herêman hilbijartinê bikin. Me wek PDK biryar da ku em hilbijartinên wan deran boyqot bikin."
Di daxuyaniyê de bangî kesên ku li Kerkûk û herêmên din ên binîqaş dijîn kirin ku dengê xwe nedin û hilbijartinan boyqot bikin.
Hêzên hevpar ên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê di 16ê cotmeha 2017an de ji bo ku kontrola Kerkûk û herêmên din ên binîqaş ên ku 3 sal bûn di destê pêşmergeyan de bûn bi dest bixe operasyon kiribû û di demek kurt de hakimiyeta hemû herêman bi dest xistibû.
Biryar hatibû dayîn ku li Iraqê hilbijartinên giştî di 12ê gulana 2018an de bên kirin.