Türkan Tosun
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
TEHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî got: "Ji bo ku pirsgirêkên li erdnigariya îslamê bên çareserkirin divê ji biyaniyan hêvî neyê kirin, têkiliya di navbera welatên îslamî de hevkarî divê zêde bibe."
Ruhanî di 13emîn Konferansa Yekîtiya Parlamentoyan a Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya ku li Tehranê hat lidarxistin de wiha axivî: "Divê em îxtilafên xwe li aliyekî bihêlin. Divê em bi hevkariyê va ji derfetên xwe yên însanî û aborî îstifade bikin. Em têkiliya xwe ya bi biyaniyan re divê kêm bikin û ji bo pêşvaçûna welatên Îslamê alîkarî bikin. Ji ber ku biyaniyan çavkaniyên li welatên Îslamî bi dest xistin gelên li vê erdnigariyê dijîn ji hêla aborî û civakî va feqîr man.Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin divê ji derva hêvî neyê kirin."
Di konferansê de sekreterê giştî yê nû hat hilbijartin û nûnerê meclisa Senegalê Mûhemmed Qureyşî Niyas bû sekreterê nû.
Ji sala 2008an vir va Prof. Dr. Mahmut Erol Kiliç sekreterê yekîtiyê bû.
Ji 44 welatan nûner beşdarî konferansê bûn. 14 welat di asta alîkarê serokê meclisê de hatin temsîlkirin. Erebistana Siûdî, Îmarat û Behreyn beşdarî konferansê nebûn.
Sibê danezana encamê ya konferansê wê bê eşkerekirin û konferans bi dawî bibe.