Haydar Şahin
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
PRÎŞTÎNE
Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Gel a "Azadî, Demokrasî û Edaletê" ya li Kosovayê Olîver Îvanovîc li pêşiya ofêsa xwe ya li Mîtrovîstaya Bakur di êrîşa çekdarî da hat kuştin.
Nebosja Vlajicê parêzerê siyasetmedarê Sirp ê 64 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşa çekdarî ya ber destê sibê da gule li jora bedena Îvanovîc ketin û Îvanovîc birîndar bû û ji ber birînên giran mir.
Wekî mayîn Besîm Hotiyê Alîkarê Midûrê Herêmê yê Polêsên Kosovayê jî destnîşan kir ku êrîş di saet 08.00an da hat kirin.
Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser êrîşa çekdarî hê dewam dike.
Îvanovîc di şerê li Kosovayê da fermandariya komên paramîlîter ên Sirp kiribû, ji ber sûcên ku di şer da li dijî sivîlên Arnawid hatine kirin jî di sala 2016an da 9 sal cezayê hepsê dabûnê. Dadgeha Bilind di sala 2017an da eva biryara betal kiribû û hikûm dabû ku Îvanovîc carekî dîsa were darizandin.
Îvanovîç negirtî dihat darizandin.