16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
EZEZ/ANKARA
Li Sûriyeyê PYD/PKKya rêxistina terorê ji Efrîna ku dagir kiriye duh bi şev bi topa hewanê êrîşî warê sivîlan yên li Ezeza di destê Artêşa Sûriyeya Azad da ye kir.
PYD/PKKyê do bi şev bi topa hewanê êrîşî Ezeza di nav herêma operasyona Mertalê Feratê da ye kir.
Li gor agahiyan di êrîşê da kes nemir û birîndar nebû.
Piştî êrîşê yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê yên li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê top avêtin kozikên rêxistina terorê yên li Efrînê.
PYD/PKKyê şevek berê jî ji Efrînê rokêt avêtibûn Ezezê û piştî êrîşê yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê yên li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê topan avêtin kozikên rêxistina terorê yên li Efrînê.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî piştî êrîşa bi rokêtê dijî Ezezê hat kirin jetên Artêşa Tirkiyeyê operasyon biribû ser kozikên rêxistinê yên li el-Basuta gundê Efrînê.
PYD/PKK car caran ji ser Efrînê ra êrîşî Ezezê dike.