21 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ragihand, ew "bi awayekî tund" li dijî referandumê ne ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixwaze di 25ê îlonê da bike.
Berdevka Wezaretê Heather Nauert daxuyaniya nivîskî da û bal kişand ku hemû cînarên Iraqê li dijî referandumê ne.
Nauertê got: "Amerîka bi awayekî tund li dijî referandumê ye ku Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze di 25ê îlonê da bike."
Nauertê bang kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê da mizakere were kirin.
Berdevk Nauertê wiha got: "Heke ev referandum çêbibe, îhtimaleke mezin e ku bi Bexdayê ra mizakere neyê kirin û ji bilî vê jî pêşiyê li ber piştgiriya ku civata navneteweyî bide mizakereyan wê were girtin."
Nauertê destnîşan kir, di israrkirina biryara referandumê da kurd jî tê da wê ji bo hemû iraqiyan "bedela" wê hebe û got ku nîqaşên referandumê wê "tesîreke xerab" li ser têkoşîna dijî DEAŞA rêxistina terorê bike.
Nauertê wiha dewam kir:
"Referandum li Kurdistana Iraqê têkiliyên bazirganiyê dixe talûkeyê û mitefîqên navneteweyî yên Iraqê nexwazin jî bandora referandumê wê li ser her cure alîkariyan bike. Me ji bo mizakereyeke rastîn bangî serkirdeyên kurdan kir, ev mizakere wê ji bo gelê Iraqê çêtir bibe."