İbrahim Atmaca
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Koşka Çankayayê beşdarî Civîna Lijneya Rêvebiriyê ya DEÎKê bû û tê da axivî. Yilidirim got: "Em mecbûr in ku mil bidin hev enflasyonê jî faîzê jî daxînin binê ji sedî 7an. Tirkiye wê di vê mijarê da ser bikeve. Şertên me musaît in."
Yildirim, "Madem rewşa her tiştî baş e çima faîz li gor dilê me nîne? Me çima di enflasyonê da dawiya salê ji reqama ku dihat hêvîkirin zêdetir bû? Em bersiva vê pirsê dizanin. Em tenê berpirsê bersiva vê pirsê nînin. Her kesê ku li Tirkiyeyê kar dike, jê berpirsyar e. Ev berpirsyariyeke hevpar e. Divê em di nav hişmendiya seferberiyekê da vê têkoşînê bi hev ra bikin."
Yildirim destnîşan kir ku ewlehî û îstiqrara ku 15 sal in li Tirkiyeyê dewam dike Tirkiye derxist van rojan û wiha dewam kir:
"Ev rastiyek e. Tirkiye sê qat mezin bû. Him dahata neteweyî ya serê merivê him bi giştî dahata neteweyî ya nesafî zêde bû. Li gor parîteya hêza kirînê aboriya welatê me li dinyayê rêza 13emîn da ye. Em di çandiyê da yekemînê Ewropayê ne. Di gelek qadan da welatê me hêdî hêdî mezin dibe. Dema ku min di Hikûmeta 58em da wekî Wezîrê Gîhandinê dest bi wezîfeyê kir, para Tirkiyeyê di heywandariya dinyayê da ji sedî 0,45 bû, niha em derketine ser ji sedî 2yan."