Abdullah Tel
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ANKARA
Nûçegihanê wêneyan ê AFPya ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Fransayê yê li Sûriyeyê duh di wêneya ku hatina komên terorîstên piştgirên rejimê ya ber bi Efrînê va wekî "ketin navenda Efrînê" da. Derket holê Ourfalian piştevanê rejima Esed e û bi eskerên rejimê ra jî wêneya ku bi tiliyên xwe nîşana serfiraziyê dike, kişandiye.
Derket meydanê George Ourfalianê li Sûriyeyê ji bo AFPyê dixebite hewl dide ku der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li Efrînê birêva dibin da agahiyên derew belav bike û zirarê bide operasyonê.
Di wêneya Ourfalian duh ji bo AFPyê kişand da hatina komên terorîstên piştgirên rejimê bi îdiaya "ketin navenda Efrînê" da û AFPyê ev agahî bi sernavê "Şervanên piştgirên hikûmeta Esed ketin herêma Efrînê" amade kir û weşand.
Ji ser medyaya civakî jî wêneyên xwe yên bi Şadî Hîlwayê ku rojnamegerê rejimê ye ra kişandiye weşand û bi Eskerên rejima Esed ra jî têkiliyên wî yên kûr û xurt hene.
Di wêneyan da tê dîtin ku tevlî eskerên rejimê bi tiliyên xwe nîşana serfiraziyê dike û wek rojnamegerê rejimê tevdigere.