Nihat Kavşut
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
MUNÎH
Beate Zschaepeya endama rêxistina Nasyonal Sosyalîst ya Îllegal (NSU) ya rêxistina terorê ya neo-Nazî ku li Almanyayê 8 jê Tirk 10 welatî kuştibûn û ji ber sûcên şêlandina bankeyan û êrîşên bombeyî dihat darizandin cezayê hepsa hetahetayî xwar.
Di doza ku li Dadgeha Eyaletê ya Bilind ya Munîhê 5 sal in dewam dike da Manfred Gotzlê serokê lijneya dadgehê di rûniştina 438an da biryara xwe eşkere kir.
Lijneya dadgehê bi hinceta şirîka sûcên NSUyê ye û di heman demê da endama rêxistina terorê ye cezayê hepsa hetahetayî da Zschaepeyê.
Di dozê da Ralf Wohllebenê ji ber sûcê alîkariya ji bona NSUya rêxistina terorê dihat darizandin 10 sal û Andre Emminger 2,5 û Holger G. 3 sal cezayê hepsê xwarin.