İbrahim Atmaca
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn nijadkujiya Srebrenîtsayê li Ewropayê trajediya herî mezin a mirovahiyê tê binavkirin û tê da herî kêm 8 hezar û 372 sivîlên Boşnak hatin kuştin. Ji bo salvegera 23yem a nijadkujiya Srebrenîtsayê li ser kolana Îstiqlalê qernefîl hat belakirin.
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên endamê Meydana Egîdan a Bosnayê li ser kolana Îstiqlalê ji bo salvegera 23yem a nijadkujiya Srebrenîtsayê qernefîl bela kirin û der heqê nijadkujiyê da agahî dan.
Serokê Meydana Egîdan a Bosnayê Kerem Koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 23 sal berê ji ber misilmantiya wan mirov şehîd kirin.
Koçer diyar kir armanca wan dana agahiyê ye der heqê nijadkujiyê da û bîranîna qurbaniyan e.