Ji ber bahozê bi hezaran seferên balafiran hatin betalkirin, rêbej û rêhesin hatin girtin û xetên ceyranê erze dan. Li bakurê rojhilatê DYAyê nêzî 140 milyon kes dijî.
Li hin herêman hewa di bin sifirê de 30 pile ye û ji ber bahozê heya niha 16 kes mirin.
Hat diyarkirin ku hin kes ji ber qezayan, hin jî ji ber sermayê qerisîn û mirin.
Ji ber sir û seqemê li New York û Bostonê navendên xwegermkirinê hatin vekirin. Li Bostonê polêsan bi gel re hevkarî kir û bangî gel kirin ku bi xeta 911ê a alîkariya acîl ji bo kesên bêmalê li kûçeyan dimînin agahiyê bidin rayedaran.