WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Navend ên DYAyê (CENTCOM) da zanîn ku hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê 9 êrîşên nû birin li ser kozikên DÎŞIya rêxistina terorê.
CENTCOMê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa DYAyê duh û îro bi balafirên êrîş, bombebaran, balafirên şer û balafirên bêmirov 6 êrîş birin li ser kozikên DÎŞIyê yên li Sûriyeyê û dîsa bi heman awayî duh û îro bi hêzên koalîsyonê re 3 êrîş birin li ser kozikên DÎŞIyê yên li Iraqê.
Hat ragihandin ku çar êrîşên ji hewayê birin li ser DÎŞIya ku li bakurê Kobanêyê bi muxalifan re şer dike, zirar dan tesîsên kontrol û kumandayê yên DÎŞIyê, avahoya depoyê ji holê rakirin û li du unîteyên wî yên biçûk xistin. Di du êrîşên ji hewayê yên li başûrê Kobanêyê de jî 3 wesayîtên aidê DÎŞIyê ji holê rakirin.
Hat eşkerekirin ku li Iraqê jî li bakurê bajarê Telaferê li unîteyeke biçûk a aidê DÎŞIyê xistin û wesayîteke DÎŞIyê ji holê rakirin, li rojavayê bakurê Hîtê jî 2 êrîşên hewayê kirin.
Di daxuyaniyê de gotin ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hêzên leşkerî yên Amerîkayê duh û îro li Iraqê li hawirdora Beyciyê ji bo ku îkmalê bide hêzên ewlehiyê yên Iraqê yên ku li herêmê operasyon dike, ji hewayê gelek arîkarî berdan jêr. Di vê çarçoveyê de 7 hezar û 328 xurekên helal, 7 hezar 815 lître av, 7 hezar 257 kîlogram cebilxane bi tevahî 36 konteyneran ji hewayê berdan erdê.