WASHINGTON
Balafirên şer ên DYAyê îro jî li dijî endamên rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên ku li dorbera Şengalê civiyan ji hewayê êrîş kir.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navendê yê DYAyê de hat diyarkirin ku îro li gor saeta Washingtonê di 13.10 û 16.30yî de li dijî DÎŞIyê êrîş hatin kirin û di encama êrîşê de 4 cihên kontrolê û erebeyeke "Humvee" hatin teqandin.
Hat ragihandin ku balafir piştî êrîşê bi selametî vegeriyan balafirgehê.
Balafirên artêşa DYAyê piştî ku Obama destûra operasyonan da ji roja înê vir de her roj êrîşî hedefên DÎŞIyê dikin.