WASHINGTON
Wezareta Karên Derve û hiqûqnasên saziyên din, xebatên xwe yên der barê rewşa hiqûqa alîkariyên DYEyê ya ku dide Misrê de qedandin û pêşkêşî Qesra Spî kirin.
Rayedarekî Emerîkayî daxuyanî da çapemeniyê û got ku li gorî xebatê, xuya dike ku di qanûnan de tu gotineke fermî tuneye ku me mejbûr bike em der barê bûyerên Misrê de bibêjin û yan nebêjin derbe ye û wiha dewam kir: "Em nikarin bibêjin ev derbe ye an ne derbeye. Em tiştekî nabêjin."
Ev rewş jî nişan dide ku DYEyê alîkariya ku dide Misrê jî bidomîne.
Berdevk Jen Psakî, di civîna çapemeniya rojane de got ku di qanûnên wan de gotinek fermî tuneye ku bibêjin ev bûyer derbe ye.