Serokê DYAyê Barack Obama di axaftina xwe ya bi navê "Rewşa Yekîtiyê" de bangî endamên kongreyê kir ku bi hev re bixebitin û polîtîkayeke baş bikin.
Serokên DYAyê her sal di kongreyê de axaftina "Rewşa Yekîtiyê" dikin û der barê îcraetên xwe yên wê salê û yên ji bo heyamên bê de agahiyê didin gel û kongreyê.
Obama di axaftina xwe ya îsal ya di "Rewşa Yekîtiyê" de ji aboriyê heta polîtîkaya derve, ji terorê heta nirxên Amerîkayê li ser gelek mijaran sekinî.
- Obama bibiryariya xwe ya der barê Gûantanamoyê de destnîşan kir
Birêvebiriya Obamayê ev demeke dirêj e dixwaze ku girtîgeha Gûantanamoyê bigire, lê di kongreyê de endamên Partiya Komarparêz li dijî vê yekê derdikevin. Piraniya kesên di kongreyê de komarparêz in ji ber vê yekê jî bicîanîna vê daxwaza Obama zehmet dibe.
Obama di axaftina xwe de wek ew amerîkayî bi awayekî xurt girêdayî edaletê ne û wiha axivî: "Tu wateya wê tune ku em girtîgeheke ku hemû cîhan wê şermezar dike û terorîst ji bo ku ji xwe re endamên nû bibînin bi kar tîne, serê şexsê 3 milyon dolar xerc bikî û vekirî bihêlî."
- "Serokatiya Amerîkayê pêşketina DÎŞIyê dide sekinandin"
Obama got "Li Iraq û Sûriyeyê hêza me ya leşkerî jî di nav de serokatiya Amerîkayê pêşketina DÎŞIyê dide seknandin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em şûna ku li Rojhilata Navîn bikevin nav şerekî bejahiyê ya nû, ji bo ku hêza koma terorîst bê şikandin û ji holê bê rakirin welatên ereb jî di nav de serkêşiya koalîsyoneke berfireh dikin. Her wiha em piştigiriyê didin li muxalefeteke nerm a li Sûriyeyê ya ku dê di vê hewldanê de bikare arîkariya me bike û em arîkariya wan kesên ku li dijî îdeolojiya radîkalîzma ku alîgirê şidetê dike ya ku têk çû, disekinin dikin. Ez bangî kongreyê dikim ku îşev pêşnûmaya ku rayeê dide li dijî DÎŞIyê hêz bê bikaranîn derbas bikin û em bi vî awayî nîşanî hemû cihanê bidin ku em di vê mîsyonê de di nav yekîtiyê de ne."