WASHINGTON
Rêveberiya Obama, diyar kir ku artêşa Misrê, bi awayekî kêyfî endamên rêxistina Birayên Misilman derdest dike û ji ber vê yekê artêşa Misrê hişyar kir.
Berdevke Qesra Spî Jay Carney, di civîna çapemeniyê ya rojane de anî zimên ku divê artêşa Misrê bi eqlêselîm tevbigere û divê hemû partî, xwe ji şîdetê dûr bigrin.
Carney, dest nîşan kir ku divê hemû partî bêne destekirin û bikaribin beşdarî hilbijartinan bibin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê me got em piştgiriyê nadin derdestkirinên kêyfî. Lewra heke hûn bixwazin hikûmeteke sivîl û demokratîk ava bikin lê ligel vê yekê endamên partiyekê derdest bikin; wê demê hûn xwe derewkar derdixin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYEyê Jen Psakî jî bi heman awayî hişyarî da û wiha pê de çû: "Wan rojên dawî endamên komên spesîfîk têne derdestkirin. Ev yek, li dijî helwesta lihevkirinê ya artêşa Misrê û hikûmeta berwext e."
Psakî diyar kir ku heke binçavkirin û derdestkirinên siyasetmedaran bidomin; dê Misir ji vê qeyrana zû derbas nebe. Psakî anî zimên ku divê hemî alî beşdarî pêvajoya berwext bibin û xwe di nav de hîs bikin.
Psakî, got: "Em dizanin hefteya borî çi bûyer qewimîn û bûyer çawa hatin îdarekirin."
Psakî, diyar kir ku bandora van tiştan, li ser diyarkirina siyaseta wan a li hemberî Misrê heye.