20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
ATİNA
Li Yewnanîstanê hilbijartina pêşwext îro di saet 07.00an de dest pê kir. Raydayîn di saet 19.00an de dê dawî bibe. Nêzî 9.8 milyon Hilbijêrên Yewnanî ji bo 300 parlementeran wê rayên xwe bidin. 19 partî beşdarî hilbijartinê bûn. Piştî ku sindoq hatin girtin dê dest bi jimartinê bikin û encam dê di nava çend saetan de diyar bibe.
Tê texmînkirin ku ji 19 partiyan 7 partî bendava hilbijartinê ya ji sedî 3, derbas bibe û têkeve meclîsê.