Elif Orhan
30 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
AFRÎN/ANKARA
Berhemên dîrokê yên ku SANAya ajansa nûçeyan a rejima Beşar Esed îdia kir ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) di herekatên asîmanî de tehrîb kirine ji aliyê TSK û ASAyê ve tên parastin.
Dîmenên ku AAyê qeyd kirin îspat dike ku li gundê Bratê ya 15 kîlometro başûrê navenda navçeya Efrînê berhemên dîrokî rastî tu êrîşan nehatiye.
Di dîmenên Dêra Julîana û Keşîşxaneya Bratê de tê dîtin ku berhem wekî beriya destpêka herekatê ne.
Ebû Ebdûlê ji fermandarên Liqa Hemze ya ku yek ji şaxên Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku berhema diparêze daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Rejima Esed parast ku me berhemên dîrokî xira kirine û şewitandine. Ji bo ku fitneyê derxîne ev nûçe derxistin. Wekî ku hûn dibînin tu zirar negihaye berheman."
Ebû Ebdûl destnîşan kir îdiayên dibêjin ku Artêşa Azad an jî Artêşa Tirkiyeyê zirarê dane berhemên dîrokî rast nînin û got ku "Em van berhemên dîrokî diparêzin. Me ne ji bo xirakirin û talanê ji bo azadî û îstiqrara welatê xwe dest bi şoreşê kir."
Berdevkê Wezareta Karên Derve Hamî Aksoy hefteya borî nûçeyên ku di çapemeniya Libnanê de derketin û xwe dispêrin SANayê derewandibû. Aksoy gotibû ku "Artêşa Tirkiyeyê heta îro tu herekatên asîmanî nebirine ser herêma Bratê lewra jî ser Dêra Julîanayê û Keşîşxaneya Bratê."
Di sala 2011an de Rêxistina Perwerde, Zanost û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) berhemên dîrokî yên li Bratê û hin gundên hawirdor ên ku ji sedsalên 4-5emîn mane di sala 2011an de xistibû nav lîsteya mîretaya çandî.