Elif Orhan
30 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di axaftina ku îşev hat kirin de her du serokan li ser mijarên dualî û herêmî nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Her du serok digel geşedanên dawîn ên li Sûriye û Iraqê li ser mijara têkoşîna dijî terorê sekinîn û biryardariya xwe ya ji bo li gor rihê mitefîqiyê bêtir zêdekirina hevkarî û kordînasyonê teyît kirin.
Di axaftinê de her wiha li ser bûyerên ku îro li Xezayê qewimîn jî sekinîn.