Dîmenên "odeya înfazê" ya rejima Esed hat kişandin
- Ajansa Anadoluyê cihê "odeya înfazê" ya ku li Girtîgeha Sednayayê girtî lê dihatin darvekirin, tesbît kir
Mehmet Burak Karacaoğlu,Eşref Musa,Zeynep Katre Oran,Aynur Şeyma Asan
08 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2025
Damascus
Ekîbên Ajansa Anadoluyê (AA) li Sûriyeyê "odeya înfazê" ya li Girtîgeha Sednayayê ku baregeha êşkenceyû ya li paytext Şamê ya rejima Esed a hilweşandiye û wekî cihê darvekirina kesên radestkirî tê zanîn, tesbît kir.
Li Sûriyeyê hilweşîna rejima Baasê ya 61 salî girtîgehên kesên ku piştî destpêka şerê navxweyî ya li welêt lê dihatin girtin, bi îxlalên mafên mirovan ên bi rêk û pêk rastî êşkenceyan dihatin anîn rojevê.
Yek ji van jî Girtîgeha Sednayay ye girêdayî Wezareta Parastinê ya rejima hilweşiyayî ye. Li kampusa girtîgehê 2 tesîsên binçavkirinê yên ku wekî "avahiya spî" û avahiya sor" tên binavkirin heye.
Girtî bi kamyonên spî yên ku wekî "dolabê goşt" dihatin binavkirin dibirin girtîgehê û ji dem ku digihaştin kampusê pê va rastî şideta fizîkî ya rayedaran dihatin.
Li gor rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piraniya kesên ku li "avahiya sor" dihatin girtin ji sivîlên ku ji 2011an vir va hatine radestkirin bûn û li "avahiya spî" jî serbaz û eskerên ku bi hinceta "nesadiqî kirine" hatin radestkirin hebûn.
Girtî piranî piştî ku yek ji mehkemeyên eskerî yên li herêma Mezzeyê ya Şamê bêedaletî dihatin darizandin transferî van avahiyan dihatin kirin.
Di hevpeyvînên rayedarên gitîgehê yên berê û girtiyan da tê diyarkirin ku piraniya kesên li avahiya sor tên girtin sivîlên ji her aliyên civakê yên ku rejima Sûriyeyê ew mixalifê xwe didîtin pêk dihat.
Di raporê da tê gotin ku girtî nîvê şevê bi awayekî çavgirtî dibin "odeya înfazê" ya li goşeya başûrê rojhilatê avahiya spî û tenê çend deqîqe berî înfazê agahî didin wan ku cezaya darvekirinê xwarine û tê ragihandin ku li odeya înfazê di navbera salên 2011 û 2015an da her hefteyê, carîna du hefteyan da biqasî 50 kes hatine darvekirin, cesed li gorên komî yên nêzî Şamê hatine veşartin.
- AAyê dîmenên "odeya înfazê" ya ku girtî ji bo darvekirinê dibirin kişand
Yusuf Ozhanê Birêvebirê Weşana Giştî û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û ekîba wî ji krokiyên ku li ser agahiyên ji girtîgehê belav bûne hatiye çêkirin û di raporên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî da cî digirin derket rê û li Girtîgeha Sednayayê li "avahiya spî" piştî lêkolîneke biqasî 4 saetan odeya ku wekî odeya înfazê dihat terîfkirin, tesbît kir.
Ekîb ji deriyê şewitî ya li hewşa derva ya başûrê rojhilatê avahiya spî dinêre ket hûndir û ji merdîwena sê - çar derenceyî berjêr bû û berê xwe da aliyê rastê û dît ku 3 hucreyên ku di krokiyan da cî digirin hatiye rakirin, ev qad guhertine gelek koxîşan û nava koxîşê û ranza şewitîne.
Ekîba AAyê bi nîşaneyên berbiçav ên nîşan didan ku ev der odeya înfazê ya li gor krokiyên di raporên navneteweyî da mehkûman derdixînin serê û tên daliqandin û darizandin ra rû bi rê man.
Li odeyê li qisma ku înfaz lê tên kirin di du platformên û merdîwenên ku derdikevin van platfromûn tam jî wekî ku di krokiyan da hatiye teswîrkirin e.
Di raporên navneteweyî da cî girtibû ku platformên bilind ên ku bi merdîwena sê derenceyî va derdikevinê, çend kes dikarin lê bi cî bibin, ji bo înfazan hatiye emilandin.
Yusuf Ozhanê Birêvebirê Weşana Giştî û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û got ku "Girtîgeha Sednayayê wekî tê zanîn yek ji wan cihan e ku sûcên ku rejima Esed dijî mirovahiyê kirine herî giran lê qewimî ye. Tê zanîn ku li vir rejim di maweya 14 salî da bi 10 hezaran mirovî winda kiriye, mirovan bi komî darve kiriye."
- AA dê hilde bin qeydê
Ozhan destnîşan kir ku AA ji roja hilweşîna rejimê va wehşeta li Girtîgeha sednayayê qewimiye hilda bin qeydê û ji bo ku raya giştî agahdar bike û der barê tiştên qewimîne da haydariyê bide hewl dide û diyar kir ku bi kesên ku seranserê pêvajoyê li vir hatine girtin yan jî xizmên wan li wir mirine ra jî hevdîtin tên kirin.
Yusuf Ozhan axaftina xwe wiha domand:
"Hûrgiliyên diyar ên pêşkêşî ber çavan dikin ku girtiyên siyasî û mehkûm li vir rastî zilm û êşkenceyeke mezin hatine hene. Me wek Ajansa Anadoluyê bi taybetî ji bo ku zilmên li Girtîgeha Sednayayê qewimiye bê dokumantekirin xebateke taybet da destpêkirin."
Ozhan da zanîn ku bi armanca şopandina wehşeta li Girtîgeha Sednayayê qewimiye bi gelej saziyên civakî yên navneteweyî a xebat tên kirin û wekî pirtûkûn Delîl û Şahid ên ku sûcên Îsraîlê yên li Xezeyê îspat dikin dê tiştên li Sednayayê qewimîne jî hildin bin qeydê û xebateke taybet bê kirin.