ANKARA
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya AAyê û Midurê Giştî Kemal Oztûrk di civîna maseya edîtoran de axivî û diyar kir ku Akademiya Nûçeyan ya AAyê niha gelekî dixebite. Di rojên pêş me de bi taybetî li ser mijarên weşanên îngilîzî dê zêdetir bixebite. Ji ber vê Alîkarê Midûrê Giştî Ahmet Tek wek Koordînatorê Akademiya Nûçeyan hat wezîfedarkirin. Omer Ekşiyê ku heta niha wek Rêvebirê Nûçeyên Navnetewî û Nûçeyên Tirkiyê dixebitî jî wek Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşanên Giştî hat wezîfedarkirin.
Oztûrk ragihand ku ji Bakurê Îraqê û Rojhilata Navîn gelek rojnamevan dixwazin ku li ajansê perwerdeyê bibînin. Ajans dixwaze ku van perwerdeyên xwe li ser akademiyê bike. Ji ber vê jî, ji bo ku Ahmet Tek baştir bixebite di Akademiyê de hat wezîfedarkirin. Oztûrk sipasiya Tek kir û zelal kir ku Omer Ekşiyê ku 2 salan e li ajansê dixebite dê êdî wek Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşanên Giştî bixebite.
Oztûrk wiha axivî: "Em nûçeyên xemgîn çêdikin, wêneyên bi êş û vîdeoyên ku dilên mirovan dişewitînin diweşînin. Ev karê me ye, me xwe ji bo vê gihand û amade kir. Mînak heke Ajansa Anadolûyê li Misrê nebûya helbet nûçegihanî dê cudatir bibûya. Demokratîkbûna rojavayê û exlaqên çapemeniyê û nûçegihaniyê di bûyerên Misirê û Parka Geziyê de bê wate maye. Ji vê saetê şûn de êdî nikarin ji me re behsa demokrasiyê bikin. Ji ber vê divê em bi xwe exlaqên nûçegihaniyê û weşanê amade bikin."
Ahmet Tek jî ji xebatkarên AAyê re got ku bila heqên xwe helal bikin, ji ber ku gelek sal in bi hev re xebitîne û wiha got: "Di van saziyên wiha de guherîn baş e. Ez bawer dikim ku ev guherîn dê bibe sedema xêrê. Ez ji Ekşî re serkeftinê dixwazim."
Omer Ekşî jî diyar kir ku heta niha hewl daye ku di hemû karên xwe de baş bixebite. Ekşî balê kişand ku ev wezîfe berpirsyariyê dixwaze û gelek mezin e û wiha got: "Min bi kîjan kelecanê, cehdê û armancê dest xebata ajansê kiribe ez niha jî di heman şiklî hîs dikim."
Omer Ekşî
Omer Ekşî li Kîlîsa Entabê ji dayik bû. Ekşî beşa Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gaziyê qedand. Ji xwendevaniya xwe û vir ve di gelek rojname û kovaran de wek nûner, nivîskar, midûr û berpirsyar xebitî. Di gelek saziyên civakî yên sîvil de xebitî. Li ser mijarên huqûq, mafên mirovan û felsefeya siyasetê xebitî.
Ekşî der barê medya û nasandinê de şirketek vekir û bi salan wek rêvebir li wir xebitî. Di parlementoyê de şewirmendî û weşangerê edîtoriyê kir. Çend banke û saziyên kamûyê de wek şêwirmendê ragihandinê xebitî. Nivîskarî kir. Di sala 2011an de li Ajansa Anadoluyê dest bi kar kir û li wir bi Rêvebiriya Nûçeyên Navnetewî û Rêvebiriya Weşanên Nûçeyên Tirkiyê wezîfeya xwe domand.
Ekşî zewicî ye û bavê du zarokan e.